Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş li ser pêşnûme qanûna çarçoveyê ya têkildarî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ji ajansa me re axivî û hevdîtinên têkildarî pêşnûmeyê û bûyerên dawî nirxand.
Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku qanûn demeke dirêj e tê nîqaşkirin, qonaxa heyî dîrokî ye û got, "Di vê mijarê de demeke dirêj e têkoşîn tê meşandin, daxwaz tê kirin û zexteke civakî heye. Lewma bi rastî jî gelekî dereng hate xistin. Lê pêvajoya heyî gelekî girîg e. Em di xaçerêyeke dîrokî de ne. Derketina vê qanûnê ji aliyê avakirina zemîna hiqûqî ve gava destpêkê ye. Weke ku Birêz Abdullah Ocalan jî vegot, ev yek di asta 'qanûna esasî' de ye.
Qanûneke ku wê zemîna hiqûqî ya destpêkê dîne ku li ser vê zemînê gav bêne avêtin. Ji ber vê jî divê were zanîn ku bi vê qanûnê re wê bersiv ji hemû bendewariyan re neyê dayin. Nepêkan e ku bi carekê meseleyê bi her sernavî çareser bike."
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku pêvajo ne tenê sererastkirina qanûnî ye, xwedî sê sernavên çareseriyê yên bingehîn e û got, "Ev jî girtiyên siyasî ne, hevalên me yên siyasî ne ku ji ber sedemên neçarî sirgûn bûn û gerîla ne. Demeke dirêj e em destnîşan dikin ku divê çarçoveyeke çareseriyê bê avakirin ku van hersê beşan bigire nava xwe. Bi taybetî ji bo vegera milîtanên ku çek danîn e, divê qanûneke çarçoveyê teqez bê avakirin."
Li gorî Meral Daniş Beştaş pêvajo di asteke girîng de bi pêş ve çûye û danûstandin dewam dike. Beştaş got, "Li binê rapora komîsyona meclîsê mohra piraniya partiyan heye. Ev yek jî nîşan dide ku partî qet nebe di hin mijaran de dikarin li hev bikin. Di vê çarçoveyê de serdan têne kirin. Serokê Meclîsê ev serdan kir, danûstandinên heyetên partiyan jî dewam dikin. Heyeta me van hevdîtinan dike. Bi dîtina min wê pêvajo zêde dirêj dewam neke. Di vê mijarê de ji xwe gelek daxuyanî hatin dayin. Ji bo bidawîbûna meha Tîrmehê demeke gelekî kurt ma. Vê mehê neqede jî tabloyeke welê heye ku heta ev kar neyê qedandin wê meclîs nekeve betlaneyê.
Em ê jî hefteya bê li Enqereyê bin. Ji xwe amadekariyên me ne niha destpê kiriye. Piştî 11'ê Tîrmehê, piştî 27'ê Sibatê me ev kar bi rengekî piralî meşand."
'PÊVAJO BI XWE SERDEMEKE DÎROKÎ YE'
Meral Daniş Beştaş ragihand ku sererastkirina qanûnî wê deriyekî girîng li paşerojê veke û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ji bo gerîla bên li vê derê jiyaneke asayî derbas bikin jî naveroka vê qanûnê wê gelekî kêrhatî be. Ji xwe ev pêvajo bi xwe ji bo salên li pêşiya me, ji bo dehan salên li pêşiya me serdemeke dîrokî ye ku derfeteke mezin û hêviyeke mezin pêşkêş dike. Ji bo zemîna şer zêde dewam neke ji bo her kesî demeke asayî afirand.
Di nava sal û nîveke dawî de yek ji destketiyên herî girîng ên vê pêvajoyê ew e ku mirov ji aliyê psîkolojîk ve hîn bi hêvî li paşerojê dinihêrin. Bêguman rexne û kêmasî hene. Gav hene ku desthilatdariyê heta niha neavêtiye, dereng xistiye. Lê belê rast nîne ku bê gotin ku tiştek nehatiye kirin."
'QONAX BI QONAX WÊ BI PÊŞ VE BIÇE'
Parlamentera DEM Partiyê ragihand ku ji niha û pê ve wê gelek sernavên demokratîkbûnê bikevin rojevê û got, "Qet nebe li ser meseleya Kurd, daxwazên wan û piştperdeya xwe ya dîrokî nîqaşên gelekî xurt hatin kirin. Ev nîqaş wê ji niha û pê ve dewam bikin. Belê, ev qanûn wê bibe ronahiyeke girîng. Wê bi wê rolê rabe ku rê li ber pêvajoyê bixe. Lê belê pêvajo ne tenê ev e. Weke ku em ji tecrûbeyên çareseriya şer ên cîhanê zanin, li pêşiya me gelek sernav hene. Ji zimanê dayikê heta bi derxistina holê ya heqîqetê, ji rûbirûbûna civakî heta bi entegrasyona demokratîk gelek sernav hene. Di qanûna înfazê de gelek bêedaletî û newekhevî hene. Di mijara demokratîkbûnê de pirsgirêkên girîng hene. Gelek sernav hene ku bi jimartinê naqedin.
Divê hebûn, ziman, nasname û çanda Kurd êdî nebe mijara nîqaşê û li ser zemîna qanûnî bêne garantîkirin. Ev hemû wê piştî gava destpêkê qonax bi qonax bêne pêkanîn. Mekanîzmayên cuda wê ava bibin. Niha hin mekanîzma hene ku desthilatdarî pêşniyar dike. Mekanîzma hene ku Birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye. Em ê di dema pêş de van hemûyan nîqaş bikin."
Meral Daniş Beştaş qala mercên hevdîtinê û karkirinê yê Rêber Apo kir û got, "Di vê mijarê de hevdîtin û danûstandin dewam dikin. Lê belê di rewşa heyî de kêmaniya mercên ragihandinê û pêkhatina hevdîtinan a piştî demeke dirêj rast nîne. Bi dîtina min ev rewş divê bi vî rengî dewam neke. Dema ku pêvajo zelal bû em ê van bi raya giştî re parve bikin."
Meral Daniş Beştaş bang li civakê jî kir û got, "Ev pêvajo pêvajoya me hemûyan e. Kar ji bo paşeroja me hemûyan tê kirin." Beştaş diyar kir ku divê têkoşîneke hîn xurt di vê demê de bê kirin û got, "Em di dem, roj û mehên girîng re derbas dibin. Li gorî min, pêvajo wê zêde dirêj neke. Min xwest bibêjim ku bila her kes bi vê zanibe."